Jiyan

Bav û kur ava şebekeyên cemidî vedikin

Yusuf Îvgîn: "Min di hefteyekê da ji hezarî zêdetir pirsgirêk çareser kirin. Ya rastî bi tenê Li Erdexanê nînin ev, ji Gole, Çildir, Xenekê jî li min digerin"

Haydar Şahin  | 19.02.2020 - Rojanekırın : 25.02.2020
Bav û kur ava şebekeyên cemidî vedikin

Ardahan

Yusuf Îvgînê hosteyê înşaetê û Celalê kurê wî li Erdexana zivistana wê giran derbas dibe bi hilma kelî va şebekeya avê ya cemidî ye vedikin û pirsgirêka avê çareser dikin.

Li bajarê bi şev germahiya hewayê dadikeve 27 pileyên di binê sifirê da ji ber sir û sermayê ava gelek malan dicemide. Ji ber ku av dimiçiqe jî welatî tengasiyê dikişînin. Yusufê hosteyê înşaetê yê 54 salî û Celalê kurê wî yê 21 salî bi hilma kelî va digihîjin hawara welatiyan. Li navenda bajêr û navçeyan gelek gazî hosteyan dikin ku cemedê boriya avê bihelînin û avê vekin.

Bav û kurê diçin mala kesên ku bi têlefonê li wan digerin û gazî wan dikin, bi xortima zirav va digihîjin ciyê cemidî ye hilma kelî didin wî ciyî buzê dihelînin û avê vedikin.

- "Min di hefteyekê da ji hezarî zêdetir pirsgirêk çareser kir"

Yusuf Îvgîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber karê dike gel jê ra dia dike. Îvgîn destnîşan kir ku zivistanê pirsgirêka avê ya gelek kesan çareser dike û wiha pê da çû:

"Li Goleya navçeya Erdexanê germahiya hewayê dakete 40 pileyên di binê sifirê da û hewa zehf sar bû. Ji wê rojê vir da ava gelek kesan cemidî. Min di hefteyekê da ji hezarî zêdetir pirsgirêk çareser kirin. Ya rastî bi tenê Li Erdexanê nînin ev, ji Gole, Çildir, Xenekê jî li min digerin."

Îvgîn got ciyên cemidî ne di navbera 10 deqîqe û saetekê da vedike.

- "Em bi saya Yusuf Îvgîn gihîştin avê"

Songul Bîbera ji ber sermayê ava wê cemidî jî got ji ber cemedê 3 rojan av nehat mala wê. Bîberê got li Yusuf Îvgîn geriya û jê alîkarî xwest û wiha pê da çû: "Em şebeqê rabûn û me mêze kir ku av miçiqî ye. Me dît ku av bi şev cemidiye û 3 rojan bê av man. Şikur nika av hat. Em bi saya Yusuf Îvgîn gihîştin avê."

Beşîr Unalê welatî jî diyar kir ku li herêmê Yusuf Îvgîn ji ber rêya pê avê vedike tê naskirin, Îvgîn di demeke kin da ava cemidî vedike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın