ERZÛRÛM
Li Herêma Rojhilata Anadoliyê du rojan bê navber berf barî û ji ber vê li Agriyê rêyên 371, Qersê 87, Îdirê 65, Ardahanê 20 gundan hatin girtin. Li navçeya Narmana Erziromê, navçeya Taşliçaya Agriyê, navçeya Tûzlûcaya Îdirê rojek navber dan perwerdeyê.
Li Agriyê ji ber berf û pûkê rêyên 371 gundan ji çûnûhatinê re hatin girtin. Tîmên girêdayî Îdareya Taybet a Bajêr ji bo rêyên gundan bên vekirin, dest bi xebatê kir.
Herwiha niha li Qersê rêyên 87 gundan, li Ardahanê rêyên 20 gundan û li Igdirê rêyên 65 gundan ji ber berf û pûkê ji çûnûhatinê re girtî ne.
Xebatên rêvekirinê dewam dikin.