Abdullah Tel
05 Sibat 2019•Rojanekirin: 06 Sibat 2019
MARDÎN
Li ser zeviyên genim ên Deşta Mêrdînê reşêleyên di carekê da bi hevra dest bi firê dikin dîmenên pir xweş radixin pêş çavan.
Serê sibehê bi hezaran reşêle di nav zeviyên genim ên Deşta Mêrdînê da li rizqê xwe digerin. Jimara wan ji ber ku pir zêdeye dema ji nav zeviyê radibin mirov dibê qey ji zeviyê perçeyên axê ber bi ezman va radibin.

Reşêleyên di nav zeviyan da datînin piştî demeke kurt ji nişka va çivekê didin xwe û difirin lê dema ew bi firê dikevin dîmenên pir xweş derdikevin holê.
Car caran ku zêde li hewayê dimînin dibin du sê qefle, ji hev dûr dikevin û careke din tên bal hev. Di wê navberê da jî yên temaşe dikin dibin şahidê dîmenên gelek xweş.
Kesên rastî reqsa reşêleyan hatin ji ber îhtimala ku wê careke din rastî tiştekî wiha neyên dîmenên vê reqsê yan bi têlefon û yan jî bi makîneyan reqsê qeyd kirin.
