İbrahim Atmaca
05 Sibat 2019•Rojanekirin: 06 Sibat 2019
HAKKARÎ
Li Hekariyê Hecî Remezan Akbaşê teqawidbûyî, ji bo ku balê bikşîne ser jiyana bisihet bi salan e hildikişe ser çiyayên bilind û beşdarî meşên siruştê dibe.
Akbaşê (77) ku li taxa Gaziyê dijî, bavê 9 zarok û 16 neviyan e, di ciwaniya xwe da meraqa wî li ser sporên siruştê çêbû.
Akbaş dema ku di Yekîtiya Birina Xizmetê ya Ji Bo Gundan a Îdareya Taybet a Bajaran da xebitiye, di demên xwe yên vala da bi çiyagerên bajêr ra dest bi hilkişînên serê çiya kiriye, paşê beşdarî meşên siruştê jî bûye.

Akbaş ji bo ku derkeve ser lûtkeyan bi tûrîstên ku tên herêmê ra hilkişiyaye serê çiyan û ji bo ku balê bikşîne ser jiyana bisihet nêzî 50 salî ye bi çiyagerên bajêr ra hildikişe serê çiyan û li siruştê dimeşe.
Akbaş li herêmê derketiye ser çiyayên wek Simbil, Reşko, Sat, Qeredax, Sîpan û Artosê û her çend emrê wî zêde bûye jî ji ciwanan xurtir e.
Akbaş ji saziya ku tê da xebitiye 22 sal berê teqawid bûye, dema xwe bi werziş û xwendina pirtûk û rojnameyan derbas dike.

Akbaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji ciwaniya xwe vir va bi sporên siruştê ra eleqedar dibe û hildikişe serê çiyan.
Akbaş diyar kir ku ew digel çiyayên li bajêr, li gelek çiyayên bajarên derdorê geriyaye û wiha dewam kir: "Meriv çi qas hilkişe ser çiyan ew qas ciwan dibe. Em ser xwe da tên, nexweş nakevin bi vî hawî. Heke însan naxwaze nexweş bikeve, divê xidayên bisihet, xebateke bisihet û sporeke bibername bike. Ev pir girîng e."
Akbaş ji bo jiyaneke bisihet li ser girîngiya sporê sekinî û wiha dewam kir, "Divê ciwan berê xwe bidin sporê. Bira him derdorê nas bikin him jiyaneke bisihet derbas bikin him jî seba welatê xwe însanê xwe bajarê xwe bibin mînak."