Aborî

Makîneyên genimdirûnê berê xwe dan Deşta Mêrdînê

Halil İbrahim Sincar, Bestami Bodruk  | 17.06.2022 - Rojanekırın : 18.06.2022
Makîneyên genimdirûnê berê xwe dan Deşta Mêrdînê

Mardin

 Li Deşta Mêrdînê ya ku di hilberîna genim da xwedî pareke mezin e, îsal 1,5 milyon ton rekolteya genim tê pêşbînîkirin.

Li Mêrdîna ku çandinî, sektora lokomotîf e, makîneyên genimdirûnê berê xwe dan zeviyên genim ên qedera 2 milyon dekarî û bi vî awayî dirûna genim dest pê kir.

Hilberînerên li Deşta Mêrdînê ji bo dirûnê makîne ji parêzgehên cîran jî anîn û her wiha hilberîner li bendê ne ku serê donimê 500 an jî 850 kîlogram genim hildin.

Genimê ku tê dirûn û li kamyonan tê barkirin, bo Navenda Bazirganiya Dan û Dexl a Kiziltepeyê tê şandin.

Kaya genim jî ji bo hilberîneran jî dahatek e û wê bi kamyonan bo deverên cuda yên Tirkiyeyê dişînin.

Haci Veysi Talayhan ku li navçeya Kiziltepeyê cotkariyê dike, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew genim direşînin zeviyên ku ji bav û kalan mane.

Talayhan bal kişand ku îsal di genim da pirsgirêk tuneye û wiha dewam kir, "Genim îsal pir rind e. Di zeviya xwe da ez serê donimê di navbera 500 û 850 kîlogramî de ber û berhemê distînim. Şikir pir baş e."

Operatorê makîneya dirûnê Erkan Çinar ku ji Diyarbekirê ji bo dirûnê hatiye jî diyar kir ku ew digel germ û xubarê şev û roj dixebitin da ku karê cotkaran pêk bînin û her wiha mefayê bidin aboriya welêt.

Serokê Komeleya Zexîrevana û Navenda Bazirganiya Dan û Dexl a Kiziltepeyê Mehmet Şerif Oter jî diyar kir ku makîneyên dirûnê bi kapasîteya tam dest bi dirûnê kirin.

Oter diyar kir, rekolteya ku par milyonek û 200 hezar ton bû, îsal tê pêşbînîkirin ku 1,5 milyon ton be. ​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.