Jiyan

Av dê biçe Deşta Mêrdînê û hilberîn zêde bibe

Piştî kutabûna qanala sereke ya Mêrdîn-Ceylanpinarê ku 221 kîlomêtro dirêj e û wê bibe çemê sunî yê herî mezin ê Tirkiyeyê, çêkirina tesîsa depokirinê ya Mêrdînê jî bilez dewam dike.

Önder Beyter  | 23.05.2018 - Rojanekırın : 24.05.2018
Av dê biçe Deşta Mêrdînê û hilberîn zêde bibe

Mardin

MARDÎN

Di çarçoveya Projeya Avdanê ya GAPê da bênavber xebat tên kirin da ku ava Çemê Feratê biçe Deşta Mêrdînê.

Ji bo nirxandina çavkaniyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û herwiha ji bo ku dahata însanên herêmê zêde bibe, Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Avê ya Wezareta Karûbarên Daristan û Avê xebatên xwe didomîne.

Di vê çarçoveyê da piştî kutabûna qanala sereke ya Mêrdîn-Ceylanpinarê ku 221 kîlomêtro dirêj e û wê bibe çemê sunî yê herî mezin ê Tirkiyeyê, çêkirina tesîsa depokirinê ya Mêrdînê jî bilez dewam dike.

Sala bê bi kutabûna projeya ku niha nîvê wê temam bûye va li Deşta Mêrdînê qedera milyonek dekar erazî wê were avdan.

Bi xêra projeyê cotkar wê salê du berheman bajon û herwiha dahata cotkaran jî bi vî awayî wê zêde be. Dîsa zêdetirî 100 hezarî kes jî wê bên îstixdamkirin.

- "Em ê axa bi bereket av bidin"

Parlamentera AK Partiyê ya Mêrdînê Ceyda Bolunmez Çankiriyê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ji bo ku proje bikeve fealiyetê, ekîb şev û roj dixebitin.

Çankiriyê wiha xeberda, "Li herêmê ev proje di warê hilberîna çandiniyê û pêşketina aboriyê da pir girîng e. Em ê destê bidin hevdu û em ê vê axa bi bereket av bidin."

Serokê Navenda Bazirganiya Dexlê Mehmet Şerîf Oter jî diyar kir ku ew çaverê ne ku di çarçoveya Projeya GAPê da av were.

Oter bal kişand ku axa Mezopotamyayê pir bi ber û bereket e û dema ava Çemê Feratê bi ser vê axê da were, wê demê li herêmê di warê aboriyê da pêşketineke berbiçav wê çêbe.

Oter diyar kir ku li deverê cotkar bi piranî genim, garis, nîsk û ceh diajon û wiha dewam kir, "Heger av axa were avdan, wê demê hem rekolte û hem jî qalîte wê zêde be. Em bi hesret li benda wê rojê ne ku av were."

Cotkar Abdurrezzak Şahin jî got ku ew ji zaroktiyê vir va li bendê ne ku av were û wiha got, "Lêbelê êdî hesreta me wê bi dawî bibe. Hindik maye ku xebat kuta bibin. Ez spasiya wan kesan hemûyan dikim ku di projeyê da keda wan heye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.