Li Mêrdînê bi hezaran welatî ji bo fitarê hatin bal hev
Walî û Wekîlê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê Mustafa Yaman: "Ev ne sifreya feqîran e, ev sifreya yekîtî û biratiyê ye. Her roja 4 hezar welatiyên me fitara xwe li vê derê vedikin û dia dikin."
Mardin
MARDÎN
Li Mêrdînê bihezaran welatî li ser sifreya fitarê kom bûn.
Bernemaya fitarê li Parka Demokrasî û Şehîdên 15yê tîrmehê hat lidarxistin. Walî û Wekîlê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Mêrdînê Mustafa Yaman û qasî 4 hezar kes beşdarî fitarê bûn. Di fitarê de îlahî jî hatin gotin.
Walî Yaman diyar kir ku ev salek e Mêrdîn hê aramatir e û kêfa gel jî gelekî xweş e û wiha got:
"Her roj welatiyên me bi qerebalixeke mezin beşdarî bernameyên me yên fitarê dibin. Ev ne sifreya feqîran e, ev sifreya yekîtî û biratiyê ye. Her roja 4 hezar welatiyên me fitara xwe li vê derê vedikin û dia dikin. Înşellah ev yekîtiya me wê her dem dewam bike."
Ji welatiyan Veysî Kiliç jî got ew ji xizmetên şaredariyê gelekî memnun e û spasiya rayedaran kir.