Dinya

Artêşa Sûriyeyê ji bo texliyekirina sivîlên li rojavayê Çemê Feratê ya di bin dagiriya YPG/HSDyê da dê korîdorê veke

Ömer Koparan  | 14.01.2026 - Rojanekırın : 14.01.2026
Artêşa Sûriyeyê ji bo texliyekirina sivîlên li rojavayê Çemê Feratê ya di bin dagiriya YPG/HSDyê da dê korîdorê veke

Halab

Artêşa Sûriyeyê ragihand ku ji bo texliyekirina sivîlên li herêmên li rojava Çemê Feratê ya di bin dagiriya YPG/HSDya rêxistina terorê da ku berê wekî herêma eskerî îlan kiribû dê korîdora însanî veke.

Di daxuyaniya nivîskî ya Midûriya Operasyonan a artêşa Sûriyeyê da hat diyarkirin ku ji bo sivîlên li cihên li rojavayê Çemê Feratê yên di bin dagiriya rêxistina terorê da ne dijîn ber bi bajarê Helebê va dê korîdora alîkariya însanê bê avakirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku korîdora alîkariya însanî dê ji sibê bi saeta herêmî 09-17.00an pê va vekirî bimîne.

Hat ragihandin ku korîdora însanî dê ji gundê Hamîmahê ya li ser rêya M15an a ku guzergeha sereke ya ku Helebê û herêma Dêr Hafîrê ya di bin dagiriya YPG/HSDyê da digihîne hev ra derbas bibe.

Di daxuyaniyê da bangî sivîlan kirin ku ji kozikên rêxistina terorê yên li herêma hat diyarkirin dûr bisekinin.

Hat destnîşankirin ku artêşa Sûriyeyê ji bo ku ewlehiya sivîlên li herêmê pêk bîne û tehdîdên muhtemel ji holê rake dê hemû tevdîran hilde.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.