Dinya

Artêşa Sûriyeyê herêma rojavayê Çemê Feratê ya ku ji aliyê YPG/HSDyê va hatiye dagirkirin wekî herêma eskerî îlan kir

Mustafa Deveci, Ömer Koparan  | 13.01.2026 - Rojanekırın : 13.01.2026
Artêşa Sûriyeyê herêma rojavayê Çemê Feratê ya ku ji aliyê YPG/HSDyê va hatiye dagirkirin wekî herêma eskerî îlan kir

Ankara

Artêşa Sûriyeyê herêma rojavayê Çemê Feratê ya ku ji aliyê YPG/HSDyê va hatiye dagirkirin wekî herêma eskerî îlan kir û xwest ku hemû hêzên çekdar vekişin rojhilatê Feratê.

Di daxuyaniya nivîskî ya artêşê ya ku ji bo medyaya herêmî hat belavkirin da hat gotin, ji bilî YPG/HSDya rêxistina terorê û terorîstên PKKyî, bermahiyên rejîma berê jî li herêmên dagirkirî yên li rojavayê Çemê Feratê hêzên xwe kom dikin.

Hat gotin ku ji van herêmên dagirkirî bi wesayîtên bêmirov yên esmanî (ÎHA) va li dijî Helebê êrîş tên kirin.

Hat destnîşankirin ji ber ku rêxistina terorê li van herêman bi cî dibe û hem jî ji vir li dijî Helebê êrîşên ÎHAyê tên kirin, herêmên li rojavayê Çemê Feratê yên ku hatine dagirkirin wekî herêma eskerî hatin îlankirin.

Di vê çarçoveyê da hat xwestin ku hemû hêzên terorê vekişin rojhilatê Çemê Feratê.

Di peyama binexşe ya ku deverên Meskene û Deyr Xafir jî tê da hat parvekirin da, ji sivîlan hat xwestin ku ew ji cihên ku di bin kontrola rêxistinên terorê da ne dûr bisekinin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Artêşa Sûriyeyê wê hemû tevdîrên pêwîst bibîne ku rê li ber komên çekdar ên ku li vê herêmê kom bûne bigire û nehêle ku ew vê derê ji bo çalakiyên sûcê wekî baregeh bi kar bînin."

Piştî zêdebûna êrîşan, artêşa Sûriyeyê di 7ê Çileya Paşîn da li Helebê li dijî taxên ku ji hêla YPG/HSDya rêxistina terorê va hatine dagirkirin operasyonek da destpêkirin.

Piştî operasyonê, taxên Eşrefiye, Şêx Meqsûd û Benî Zeyd ên li Helebê ji dagirkeriya rêxistina terorê hatin rizgarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.