Halil İbrahim Sincar,Şahin Seçen
14 Hezîran 2021•Rojanekirin: 15 Hezîran 2021
Li Deşta Mêrdînê ku li Tirkiyeyê di hilberîna genim da xwedî pareke girîng e, tê pêşbînîkirin ku îsal bi qasî 800 hezar tonî rekolte were.
Li Mêrdîna ku çandinî sektora serkêş e, piştî kutabûna dirûna zeviyên bejî, vê carê dirûna zeviyên avî dest pê kir.
Ji sedî 75ê Deşta Mêrdînê ya 3 milyon donimî, genim tê ajotin.
Cotkarên ku sibehê zû diçin serê zeviya xwe, li bendê ne ku îsal serê donimê di navbera 500 û 750 kîlogramî da berhem were.
Genimê ku tê dirûn û li kamyonan tê barkirin, bo Navenda Bazirganiya Dan û Dexl a Qiziltepeyê tê şandin.
Kîlograma genimê ji bo maqirneyê bi 2,9, yê ji bo nanpehtinê jî bi 2,75 lireyî tê firotin.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Menduh Dinler di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, ji ber sedemên avûhewayê, ber û berhema zeviyên bejî yên nayên avdan, kêm e. Dinler diyar kir ku ji zeviyên avî jî ew li bendê ne ku serê donimê di navbera 500 û 750 kîlogramî da berhem were û wiha dewam kir, "Li zeviyên me yên avî înşelah ziyan dê zêde çênebe. Em li benda bi qasî 800 hezar ton berhemî ne."
Dinler bal kişand ku van salên dawîn bi xebatên tên kirin va şewata pirêzeyan kêm bûye û wiha dewam kir, "Berê genim dihat dirûn, lê kaya wê zêde bi qîmet nebû. Lê niha digel genim, qîmeta kayê jî zêde bûye. Ji dekarekî 750 kîlogram ka tê. Bo parêzgehên nêzîk tê şandin. Ji bo Agirî, Mûş, Wan û parêzgehên Herêma Anadoluya Navîn tê şandin."
Cotkar Murat Talayhan ê xelkê gundê Aydogduya Qiziltepeyê jî diyar kir, wan serê sibehê zû saet 05.00an dest bi dirûnê kir.
Talayhan diyar kir ku ew ji bihayê genim ê îsal razî ne û wiha dewam kir, "Em li rexê sînorê Sûriyeyê genim didirûn. Ber û berhem baş e, em kêfxweş in. Xwedê kêmasiya Serokomarê me û dewleta me nede."