Önder Beyter
24 Hezîran 2020•Rojanekirin: 30 Hezîran 2020
Dirûtina lewanteyên ku li Mêrdînê di zeviyên li ser sînorê Sûriyeyê da hatibûn ajotin, dest pê kir.
Di çarçoveya "Projeya Îstixdama Çandiniyê" da li Taxa Kuçukkoyê di zeviyên li rexê sînor da 2 sal berê li ser 5 donim erdî lewante hatin ajotin.
Lewanteyên ku di zeviyên malbata Yildiz da hatin ajotin, bi destê 32 cotkarên Tirk û Sûriyeyî ku piraniya wan jin in, hatin berhevkirin.
16 hezar deste lewanteyên berhevkirî, piştî ku hatin hişkirin dê bo Ispartayê bên şandin. Dahata ku ji vê derê were jî dê li di nava cotkaran da were parvekirin.
Xwediyê zeviyê Kahraman Yildiz ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew li bendê ne ji lewanteyan qezenceke baş werbigirin û wiha dewam kir, "Min 5 donim ajot. Ez plan dikim ku çend sal şûnda derxim 50 donimî. Gundê me tam li rexê sînor e, seranserî sînor bêhneke zehf xweş ji lewanteyê tê. Ez pêşniyazî herkesî dikim. Heger li vê derê fabrîqeyeke rûn were avakirin, zeviyên lewanteyê jî dê zêde bibin."
- "Saleke din dê baştir be înşelah"
Berpirsê xebatkaran Sultan Akay jî diyar kir ku ew berê ji bo xebatê diçûn bajarên rojava, lê niha li vê derê ji bo wan derfeta xebatê heye.
Akay diyar kir ku berhema lewanteyê ya par hinekî kêm bû, lê îsal baş e û wiha dewam kir, "Li herêmê me nizanibû ka lewante çi ye. Me bi alîkariya Heyva Sor a Tirk ajot. Niha jî me dirût. Hinekan berhev kir, hinekan jî kir deste. Piştî hişkirinê dê ji bo Ispartayê bê şandin û li wê derê dê were firotin."
Xebatkara zeviyê Esma Sultan Erginê jî diyar kir ku ew nanê xwe ji berhevkirina lewanteyê derdixin û wiha got, "Em sibê zû tên serê zeviyê, em ji bo rizqê xwe dixebitin. Bêhna lewanteyê zehf xweş e, xebata wê jî xweş e."
Ehmed Şexeyê Sûriyeyî jî got ku ew 7 sal berê hatin Tirkiyeyê û li vê derê ew li pey rizqê xwe ne.