Elif Irmak
24 Hezîran 2020•Rojanekirin: 25 Hezîran 2020
Li Qersa ku di çêkirina penêrê qeşarê da yek ji navendên herî girîng ên Tirkiyeyê ye penêrê qeşarê yê kevin ê ku bi şîrê heywanên li mera û zozanan diçêrin tê çêkirin rastî eleqeyeke mezin tê.
Xwediyên heywanan ji destpêka biharê pê va heywanên xwe derdixînin zozanên 1700-3000 mêtro bilind û li wir diçêrînin û ji çêlekên xwe şîrê teze û bi tehm bi dest dixin.
Şîrê çêlekên li zozanên ji hêla gihayê va dewlemend e diçêrin piştra ji zozanan tê hildan û dibin mandireyan.
Şîrên ku li mandireyê tê dapalandin û di sîtilan da tê kelandin piştî çend miameleyan dikin penêr.
Di çêkirina penêrê qeşarê yê kevin da tenê şîr, xwê û haveynê şîlafê tê bikaranîn û ev penêr bi aromaya xwe ya nerm a xweser, rengê xwe yê wekî zerê vekirî yê baçîkan û tehma xwe ya birûn û xweş ji qeşarên din ên Anadoluyê cudatir e.
Qeşarê kevin ê ku ji şîrê di mehên nîsan, gulan, hezîran û tîrmehê da hat bidestxistin tê çêkirin piştî maweya kezixandinê ya 6 mehan tê firotin.
Temel Karacîgerê Midûrê Giştî yê Akin Sutê ku li bajêr qeşarê çêdike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku karê bavê xwe didomînin.
Karacîger got ku qeşarê kevin ji şîrê organîk ê bikalîte yê heywanên li mera û zozanan diçêrin tê çêkirin û ev got: "Li Qersê bi qasî 80 nebatên endemîk hene, heywanên me ji ber ku li merayan li zozanan diçêririn em dikarin şîrê organîk û bikalîte bi dest bixin, tehma qeşarê kevin ji vir tê."
Karacîger diyar kir ku sibehê zû ji cotkarên li gundan şîr berhev dikin û wiha axivî: "Şîr ji gundan bi lez tê berhevkirin û di nab 2 saetan da tînin kargehê. Şîr vir tê dapalandin, haveynkirin, qetkirin û piştî miameleyên din derbasî merheleya helandinê dibin. Qeşarê kevin di sîtilên biav da di 75 dereceyan da tê helandin û pehtin. Hoste penêr distirên û dixin nav qaliban û mehekê li hewa didin sekinandin."
- Penêrê 6 mehan tê kezixandin rengê xwe ji kulîlkan hildide
Karacîger behs kir ku qeşarê kevin ê berê di heyamên diyar ên salê da tê çêkirin û wiha axivî:
"Em qeşarê kevin bi şîrê ku dema zozan şîn in tê berhevkirin tê çêdikin. Di van heyaman da heywanên me bêyî ku êm bixwin tenê li zozan û merayan diçêrin û şîrê wan gelekî bikalîte ye. Penêr jî rengê xwe ji kulîlkan hildide û tê da tu tiştekî din tune. Penêr berî ku bikeve depoya hewaya sar divê biqasî mehekê bi hewaya tebiî bê hişkkirin, pişt ra li depoyên hewaya sar 6 meh tê kezixandin û tê firotin."
Zafer Erbogayê ji mandireyê berpirsyar jî behs kir ku bi taybetî turîstên biyanî û herêmî gelekî eleqeyê nîşanî penêrê qeşarê yê kevin didin û wiha axivî: "Mêvanên me yên ku di demên dawîn da bi Ekspresa Rojhilat ra tên piştî ku Xirabeyên Aniyê û Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê ya Sariqamîşê ziyaret dikin gelekî eleqeyê nîşanî penêr didin. Penêrên me tebiî û bê madeyên îlawe ne, tenê ji şîr, haveyn û xwê pêk tê. Ji her derê Tirkiyeyê penêrê me dixwazin. Welatî êdî ji ser çapemeniya civakî dan û sitandinê dikin. Em jî siparîşan dişînin her derê."