Sidar Can Eren
20 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2021
Li Pulumura navçeya Tunceliyê bi barîna berfê ra gundên çiyayî, gelî û deverên asê spîçîl bûn û dîmenên sipehî derxistin holê.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li Pulumura ku zivistana wê dijwar derbas dibe, berf û serma tesîra xwe didomîne.
Navçeya ku her demsal xweş e û hêjayî dîtinê ye, bihar û havînê tonên rengê kesk werdigire, zivistanê jî bi barîna berfê kirasê spî li xwe dike.
Li navçeyê bi berfa ku van dawiyan barî va gelek cîwar, gelî, çiya û daristan spî bûn.
Li navçeya ku zivistanê xwezahez û wênehezan diezimîne, sitûriya berfê cih cihan gihîşt 30 santîmetreyî.
Navçeya ku salê bi qasî 5 mehan di bin berfê da dimîne, digel xwezaya xwe ya çavpêneketî, bi ajalên nekedîkirî yên çolê va jî balê dikişîne.