Haydar Şahin
24 Hezîran 2020•Rojanekirin: 30 Hezîran 2020
Li Bidlîsê kesên dixwazin dema xwe di nav tebîetê da derbas bikin piştî destpêkirina pêvajoya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) tên dora Behra Wanê.
Perava Behra Wanê bi ava zelal, tebîeta kesk û bêhempa va bala tebîethezan dikişîne, van demên dawîn perav qerebalix dibe.

Hezkiriyên tebîetê yên li ser medyaya civakî xeber dan hev û hatin Reşadiyeya gundê Tetwanê li perava behra Wanê kamp kirin û meşiyan.
Îsmaîl Soyalpê tebîethez daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi destpêkirina pêvajoya normalbûnê va bi hevalên xwe ra çalakî kirin.

Soyalp got hat Wanê û tevlî kampê bû û wiha pê da çû:
"Em li gundê Reşadiyeyê hatin ba hev. Di nav tebîetê da hişyar bûn. Me êvarê agir dada, xeberda. Em ê ji vê derê herin Gola Krater a Nemrûdê û ji wê derê ra jî herin Wanê. Hin kesên ku ew ê li vê derê kampê bidomînin hene. Li Dora Behra Wanê ciyên wekî Încîkoy, Qizil Kilîse, Kaşderaya Încekayayê, Gola Krater a Nemrûdê û Goristana Selçûqiyan a Xelat hene. Em ê li van deran bigerin. Li Tirkiyeyê bi tenê goleke me alaya hêşin sitandiye, ew jî ev e."

Menaf Eceyê bi otostopê li Tirkiyeyê digere jî got 2 roj e kampê dikin û wiha axivî: "Ev dera ji ciyên bêhempa yên Tirkiyeyê ye. Em li benda her kesî ne ku li vê derê kampê bikin. Me bi hevalên hatin vê derê ra kamp kir. Zehf baş derbas bû."