Jiyan

Di germavên ku bi pêvajoya asayîbûnê vebûn da bêhna xwe vedidin

Li Bîngolê kesên ku diçin germavên ku ji ber şewbê hatibûn girtin û di çarçoveya asayîbûnê da cardin dest bi xizmetê kirin, di ava germ a şifadar da li kêfa xwe dinihêrin

Önder Beyter  | 25.06.2020 - Rojanekırın : 02.07.2020
Di germavên ku bi pêvajoya asayîbûnê vebûn da bêhna xwe vedidin

Bingöl

 Li Bîngolê tesîsên germavê ku potansiyela herî mezin a turîzma bajêr in û di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da 75 roj girtî man, di pêvajoya asayîbûnê da cardin dest bi xizmetên xwe kirin.

Li bajarokê Ilicalarê ku 20 kîlometre dûrî navenda bajêr e, germavên ku ava wê xwe bi xwe ji binê erdê dertê û germahiya wê jî 40-50 pile ye, ji ber mîneralên tê da wisa tê bawerkirin ku xistina kevirên gurçikê, nexweşiyên psîkolojîk ên ji ber stres û depresyonê di serî da ji bo başbûna ji gelek nexweşiyan, kêrhatî ye.

Welatiyên ku ji ber şewbê demeke dirêj nikaribûn ji malê derkevin derva, piştî ku di çarçoveya asayîbûnê da germavan jî deriyên xwe vekirin, vê carê berê xwe dan germavan.

Kesên ku ketin hewzê ava germ a şifadar, kêfa ava 42 pile germ kirin.

Di germavên ku bi pêvajoya asayîbûnê vebûn da bêhna xwe vedidin

- "Di serdema nû da tedbîrên nû"

Sebahattin Ozkanê Midûrê Otêla Sepanê û Tesîsên Termalê yên Zanîngeha Bîngolê ku yek ji du tesîsên li herêmê ye, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku germavên li Bîngolê bi hezaran sal e wisa tê bawerkirin ku ji bo hinek nexweşiyan şifa ye.

Ozkan diyar kir ku di serdema nû da ew, agirê laşê mişteriyên tên tesîsê dipîvin, xizmeta bêucret a dayîna şimik, pêjgîr û şort hat rawestandin. Ozkan diyar kir ku yên ku dixwazin ji kêfa germavê bêpar nebin, dê şimik, pêjgîr û şortê xwe ji malê bînin an jî dê beramberî ucreta wê van alavên navborî yên ku carekê tên emilandin bikirin û wisa derbasî hundir bibin.

Ozkan welatiyên ku ji ber şewbê demeke dirêj di hundir da man, vexwendin hewzên ava germ ku bên û stresa xwe biavêjin û wiha dewam kir:

"Ez ji xwe baş dizanim ku ev av ji bo stresê baş e. Gava stresa min çêdibe, ez dikevin ava germ û dû ra derdikevim. Di vê mijarê da nêrîna Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê jî heye. Em hem bi lêkolîna zanîngehê û hem jî bi gotinên welatiyên tên vê derê pê beled in ku germav ji stresê ra baş e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.