Jiyan

Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê bû studyoya xwezayî ya bûk û zavayan

Bajarê Tunceliyê ku di navbera çiyayên Munzur, Bûyer, Sulvus, Hel û Mar da dimîne, bi xezaya xwe ya ku payîzê rengên zer, qehweyî û gevez werdigire va adeta bû studyoya xwezayî ya bûk û zavayan.

Önder Beyter  | 18.11.2020 - Rojanekırın : 24.11.2020
Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê bû studyoya xwezayî ya bûk û zavayan

Tunceli

Li bajarê Tunceliyê, Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê û her wiha Geliyê Pulumurê ku bi hatina payîzê rengên zer, qehweyî û gevez werdigirin, ji bo wênekişandina roja dawetê, bû ciyê herî sereke yê bûk û zavayan.

Bajarê Tunceliyê ku ji asta behrê 940 metre bilind e û bi dewlemendiyên xwe yên xwezayî, dîrokî û çandî derdikeve pêş, ji ber ku di navbera çiyayên Munzur, Bûyer, Sulvus, Hel û Mar da dimîne xwedî xwezayeke çavpêneketî ye.

Bi hatina demsala payîzê, bajar bi tonên rengên payîzê xemilî. Lewma jî bûk û zavayên teze yên ji bajêr û her wisa ji navçe û parêzgehên cîran, li vê xwezaya newaze û di nava rengên dewlemend da xwe didin ber objektîfên wênegiran û wêneyên xwe dikişînin.

- Geliyên bajêr bûn studyayên xwezayî

Bûk û zava nava rojê di saetên diyar da digel wênekêşan diçin nava xwezayê û ciyên wekî malên kevneşopî yên gundan, pirên darîn ên li ser çeman, daristanên zerbûyî û keviyên newalan wekî studyoya xwezayî bi kar tînin û wêneyên xwe dikişînin.

Wênekêş Malik Kaya ji peyamnêrê AAyê ra got ku Tuncelî her demsal bi xwezaya xwe zindî û spehî ye.

Kaya diyar kir ku heta 10 sal berê jî wî wêneyên bûk û zavayan di studyayê da dikişand û wiha dewam kir, "Wêneyên li studyoyê kişandî û yên li xwezayê kişandî gelekî ji hev cuda ne. Payîzê wêneyên bûk û zavayan xweştir derdikevin û rengên vê demsalê bêtir diyar in. Em di roja wan a taybet da li Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê û her wiha li Geliyê Pulumurê wêneyên bûk û zavayan dikişînin. Em roniyê dişopînin û bûk û zavayan dibin ciyên çavpêneketî."

Ali Ekber Kahraman ku li xwezayê wêneyên xwe dide kişandin jî diyar kir ku wî 3 meh berê daweta xwe kir û her wiha wî digel jina xwe biryar da ku kişandina wêneyên dawetê bihêlin payîzê.

Kahraman diyar kir ku wênekişandina li geliyên rengîn, kefeke cuda ye û wiha got, "Xwezaya herêmê zehf spehî ye. Me wêneyên xwe li Geliyê Pulumurê kişandin. Wêneyên payîzê tên kişandin zehf rind in. Lewma ez ji herkesî ra pêşniyaz dikim."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.