Haydar Şahin
18 Mijdar 2020•Rojanekirin: 19 Mijdar 2020
Newal û Şirşirnega Gurpinarê ya li Darendeya navçeya Meletiyê bi tebîet û xweşikahiyên xwe yên veşartî mane va payîzê gelekî xweş dibe û ziyaretvanan şaş û metel dihêle.
Li şirşirnega wekî parka tebîetê ya 243yan a Tirkiyeyê hat îlankirin payîzê her alî reng rengî dibe û hezkiriyên wêneyan û tebîethez eleqeyê nîşanî vê derê didin.
Li şirşirnega 5 kîlomêtre dûrî navçeyê û 110 kîlomêtre dûrî Meletiyê av ji 40 mêtreyî diherike jêrê û ziyaretvan kêfxweş dibin.
Li dora şirşirnegê kesk, hêşîn, zer bi hemû rengên xwe hene. Payîzê bi xweşikahiyên tebiî û dîrokî va herêmê şên dibe û ji bo ziyaretvanên xwecî û biyanî dibe rawestgeheke girîng.
Şirşirneg avînê bi hênikahiyî û hêşinahiya dorê va, zivisanê bi berf û cembelîkên gelekî dirêj va balê dikişîne û payîzê jî bi belgên zer dibin va dîmenên xweşik derdikevin holê.
Di gelî da kêmzêde 23 şirşirnegên tebiî û şikeft hene û ji ziyaretvanan ra mazûvaniyê dikin.
- Xweşikahiya veşartî
Yasemîn Gulera Endama Civaka Sporên Tebîetê û Bîskîletê ya Meletiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo xweşikahiyên payîzê yên li Darendeyê bibînin ji Meletiyê hatin vê derê.
Gulerê got ku xweşikahiyeke bêhempa dîtin û wiha pê da çû:
"Şirşirnega Gurpinarê ciyakî bêhempa ye. Ez bi hevalên xwe ra hatin dîtina vê derê. Xweşikahiyeke veşartî dibînim. Bi reng, ambiyans û tebîeta xwe va ev dera bêhempa ye. Em ji newala li wî alîyê şirşirnegê ra hatin vê derê. Meriv hizûrê dibîne. Enerjiya vê derê baş e. Dibê meriv 4 demsalan jî li vê derê bibîne. Ez pêşniyaz dikim ku bira her kes vê derê bibîne."
Yusuf Gulerê çiyagerê amator jî got gelek xweşikahiyên Meletiyê hene lêbelê Darenda bi çem û tebîet xwe va cuyê herî bi şans e.