Türkan Tosun
02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 03 Mijdar 2017
ŞANLIURFA
Gola Masiyan a li Şanliurfayê ya ku li gor rivayetan hikûmdar Nemrûd, Hz. Îbrahîm li wê derê avêtiye agir di demsala payîzê de dîmenên xweş derdixe holê.
Her sal bi hezaran turîstên herêmî û biyanî tên ziyareta golê, êm davêjin masiyan û cihên qedîm digerin.
Turîst derdikevin Keleha Rihayê û li jorva bajêr temaşe dikin.
- "Divê her kes bibîne"
Şaredar Nîhat Çîftçî ji nûçegihanê AAyê re got divê her kes miheqeq Gola Masiyan bibîne.
Çîftçî got di meha payîzê de Gola Masiyan bêtir xweş xuya dike û wiha axivî: "Bajarê me ya ku xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye û mazuvaniya gelek şaristaniyan kiriye ji hêla dîrok û çandê va dewlemend e. Em jî wek rêvebirên herêmî van nirxên xwe bi awayekî herî baş bi mêvanên xwe yê herêmî û biyanî didin nasîn. Wek ku em her car dibêjin divê her kes miheqeq were Şanliurfayê û vê derê bibîne. Payîzê dema pelên daran zer dibin, dîmenekî xweştir derdikeve holê. Em jî pir kêfxweş in ku em li bajarekî wiha xizmeta gelê xwe dikin."