02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
ANKARA
Li gor agahiyên Serekaniyê li Şemdînliya navçeya Hekariyê di navbera hezên ewlehiyê û endamên PKKya rêxistina terorê da pevçûn derket û di pevçûnê da 6 leşker û 2 gundparêz şehîd ketin û yek jê giran 2 leşker jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat destnîşankirin îro li Ortaklara herêma Şemdînliya navçeya Hekariyê endamên PKKyê ji şert û mercên hewayê û mijê îstifade kirin û hewl dan êrîş bikin.
Hat diyarkirin di vê navberê da pevçûn derket û di pevçûnê da 6 leşker û 2 gundparêz şehîd ketin û yek jê giran 2 leşker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyê û tên dermankirin.
Hat destnîşankirin di pevçûnê da 5 endamên rêxistinê hatin berterefkirin û li herêmê operasyon dewam dike.