Ferizat Kaya
03 Gulan 2017•Rojanekirin: 04 Gulan 2017
ŞANLIURFA
Li navçeya Xelfetiya bi destê Wezareta Karên Navxweyî wezîfedar hatin tayînkirin, pêdiviyên mizgeftan ji aliyê ekîbên şaredariyê tên dîtin. Mizgeftên hewcedariya wan temîr û çêkirinê heye, ji aliyê xebatkarên şaredariyê tên temîrkirin.
Qaymeqamê Xelfetiyê Şeref Albayrakê ku bi biryara di hukmê qanûnê da hat wezîfedarkirin, ji roja hatiye ser wezîfeyê heta niha bi ekîbên şaredariyê ra xizmetê dide navend û taxên li çolterê.
Di vê çarçoveyê da li ser daxwazên gundiyan mizgeftên Xelfetiyê û gunden derdorê tên tamîrkirin, paqijkirin û kêmasiyên wan tên temînkirin.
Hat ragihandin ku li gundên Bozok, Fistikozu, Gurluce û Sagmanliyê, ji aliyê xebatkarên şaredariyê va hemû mizgeft tên temirkirin û kêmasiyên wan tên temînkirin.
Cîgirserokê şaredariya Xelfetiyê Albayrak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di xebatên li Xelfetiyê dimeşînin de girîngiyê didin mizgeftan.
Li gundê Durakê ji welatiyan Ahmet Çoban ji ber ku xebatkarên şaredariyê mizgefta gund temîr kirin, got ku gelek kêfxweş in û wiha dewam kir: "Xwedê ji rayedaran û xebatkaran razî be."