İbrahim Atmaca
05 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2019
Gula reş li dinyayê tenê li Xelfetiya navçeya Şanliûrfayê hêşîn dibe reng û bêhna xwe ji axê hildide. Ji bo ku turîst hêsantir bibînin gul li qeraxê Çemê Feratê jî hat danîn.
Xelfetiya ku di bin ava Bendava Bîrecikê da ma, Komîteya Kordînasyonê ya Navneteweyî ya Cittaslowê di sala 2013an da tevî lîsteya "bajarên aram" kir. Xelfetî bi malên xwe yên kevir ên dîrokî û xweşikiyên xwe yên siruştî va wek "bihuşta veşartî" ya Başûrê Rojhilatê tê pênasekirin.
Ji ber ku av di Bendava Bîrecîkê da gol dibe, li wê herêmê qada ku gula reş lê hêşîn bibe kêm bû. Bi xebata Şaredariya Xelfetiyê va qada danîna gula reş zêdetir bû.
Li kêleka Çemê Feratê serayek hat çêkirin û di serayê da danîna gula reş dest pê kir.
Gula reş salê du caran gul vedide. Carekê biharê carekê jî payîzê gul vedide. Ji bo ku zêdetir were danîn li qeraxê çêm qadên nû wê werin vekirin.
Şaredarê Xelfetiyê Şeref Albayrak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Xelfetî ji aliyê turîzmê va saleke xêr û bereket derbas kir.
Albayrak ji sembolên ku Xelfetiyê di sektora turîzmê da derdixe pêş yek jî gula reş e û wiha dewam kir:
"Ji ber ku li dinyayê tenê Xelfetiyê hêşîn dibe, ji bo ku welatiyên me bibînin me li qeraxê çêm seraya gula reş çêkir. Berî niha li Xelfetiyê çêdibû, lê her turîstên me nedidît. Me li Xelfetiya berê li kêleka çêm serayeke 500 mêtreqareyî çêkir da ku welatiyên me bibînin."
Albayrak diyar kir, turîstên ku tên navçeyê heya ku gula reş nebînin, naxwazin herin.
Albayrak got ku ji bo danasîn û xebitandina wê ya bazirganî jî xebat didomin û daxuyand ku jê parfum, çîkolata, kolonya çêdibe.