Tirkiye

Eleqeya li ser Xelfetiyê zêde bû

Li Xelfetiya navçeya Rihayê piştî wezîfedarkirinê wekî hemû qadan di qada tûrîzmê da jî pêşketin çêbû û jimara tûrîstan sê qat zêde bû

Abdullah Tel  | 17.07.2018 - Rojanekırın : 18.07.2018
Eleqeya li ser Xelfetiyê zêde bû

Şanlıurfa

ŞANLIURFA 

Xelfetiya navçeya Rihayê ya bi dîrok û xweşiyên xwe yên sirûştî balê dikşîne piştî ku Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya biryarnameya hikmê qanûnê da ya li şaredariyê wezîfedarî da dest pêkirin. Bi saya wezîfedarkirinê û xebatên rêveberiya nû li navçeyê pêşketin pêk hat û jimara tûrîstên navçeyê ziyaret dikin jî bi qasî sê qatî zêde bû.

Şaredarê navçeyê yê ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mustafa Bayram di çarçoveya lêpirsîna der barê wî da dihat sepandin da ji ber ku alîkariya PKKya rêxistina teorê kiriye û wesayîtên şaredariyê ji bo cinazeyê terorîstan emilandiye hatibû girtin. Qeymeqamê navçeyê Şeref Albayrak jî 18 meh berê di şûna wî da ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va wek cîgirê şaredar hat tayînkirin.

Şaredarî di halekî wisa da bû ku mehaniya karmendan nehatibû dayîn, bi qasî 13 milyon lire deynê Şaredariya Xelfetiyê hebû çawa ku Albayrak dest bi kar kir ji çar aliyan va şaredariyê jî dest bi xebatê kir.

Mehê bi qasî 750 hezar lire dahata şaredariyê heye û ji seresazî û binesaziyê bigir heta paqijî û xizmetên civakî di gelek qadan da li navçeyê xebatê dest pê kir.

Heta par jî li navçeyê xizmetên ku divê şaraderiyê bida gelek kêm bûn lê bi saya wezîfedarkirinê ji bo zarok, ciwan û kal û pîran ji projeyên civakî tên amadekirin.

Li navçeya ku xaniyên bi keviran hatine avakirin û bi xweşiyên xwe yên sirûştî balê dikşîne ji bo şêniyên navçeyê di hêla tûrîzmê da deriyê debarê ye.

Qeymeqamê Xelfetiyê û Wekîlê Şaredar Şeref Albayrak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di demên borî da navçe ji gelek xizmetan mehrûm maye û niha ji bo telafîkirina wan kêmasiyan bi şev û roj dixebitin.

Albayrak destnîşan kir ku wan ji roja dest bi kar kir heta niha ji 13 milyon lire deynê şaredariyê bi qasî 5 milyon lireyî da û wiha pê da çû: "Butçeya şaredariyê jî 10 milyon bû û me ew jî ji sedî 80yî zêde kir û derxist 18 milyon lireyî. Li çar aliyê navçeyê em xebatan dikin heta niha li gor şert û mercên FIFAyê me 7 xalî sehe bo ciwanan amadekir. Li 10 taxî jî me kompleksên sporê ava kir. Ji bo zarokan deverên ku bikaribin lê bileyîzin da çêkirin. Li tax û gundan jî paqijiyeke berfireh bir serî."

Albayrak xebatên di qada tûrîzmê da li navçeyê hatine kirin jî bi bîrxist û got: "Wextê me dest bi wezîfeyê kir rojê di navbera 200 û 250 hezarî da mirov dihatin Xelfetiyê lê îro ev reqam di navbera 700 û 800 hezarî da ye. Me bi navbeynkariya komeleya tûrîzmê va ji bo dikan, loqinte, kelek û hemû tiştên din me standartan danî. Xelfetî di pêşerojê da wê ji hêla tûrîzmê va gelek balê bikşîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.