Tirkiye

"Dilê" Diyarbekirê derdikeve holê

Girê Amîdayê ku li bajêr 5 hezar sal e ji gelek şaristaniyan re bûye cih û mesken piştî 56 salan dê cardin bê kolandin

Türkan Tosun, Önder Beyter  | 17.07.2018 - Rojanekırın : 18.07.2018
"Dilê" Diyarbekirê derdikeve holê

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Li Diyarbekirê ji bo ku der barê Qesra Artûqiyan a ku li Girê Amîdaya 5 hezar salî ye da agahî bên bidestxistin xebat tên kirin.

Wezareta Çand û Turîzmê li Sûra navçeya Diyarbekirê xebat dan destpêkirin ku Qesra Artukluyê û hemû bermayiyên berê yên li Girê Amîdayê derkevin holê.

Sûra navçeya Diyarbekirê di dîrokê da bûye şaristaniya Hurrî-Mîtan, Urartu, Pers, Roma, Emewî, Ebbasî, Mêrwanî, Selçukî û Artukiyan. Girê Amîdayê jî li vê navçeyê ye û cihekî gelek girîng e.

Li girê ku wek "Vîrantepe" tê binavkirin dema depoyên avê dihatin bicihkirin hin mozaîk hatin dîtin.

Di sala 1962yan de dema vekolîn hatin kirin temelên qesra hikûmdarê Artukiyan Melîk Salih Nasreddîn Mehmûd (1200-1222 ), mozaîkên rengîn ên ji kevir û kupên cam pêk tên, hatin dîtin.

Lê ji ber ku herêm li ser qada eskerî ye û milkê şaredariyê ye ji wê demê vir va xebat nehatin kirin.

Midûriya Giştî yê Muzeyan û Hebûnên Çandê ya Wezareta Çand û Turîzmê ji bo ku bermayiyên biqîmet bên dîtin û parastin xebat da destpêkirin.

Xebat wê vê mehê dest pê bikin û wisa tê bawerkirin wê gelek belge û agahî bên bidestxistin.

Midûrê Abîde û Roloveyê yê Diyarbekirê Cemîl Koç ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ev gir li Îçkaleya Sûrê beriya zayînê di sala 3 hezar de dema Hurî-Mîtaniyan de hatiye çêkirin.

- El Cezerî 30 sal di qesrê de xebitiye

Koç got Diyarbekir ji ber ku di nav wan bajarên ewil bûne misilman de cih digre, ji hêla dîroka Îslamê va pir girîng e.

Koç anî ziman di dema Artukiyan de ev der bûye navenda çand û zanistê.

Koç diyar kir ku di himayeya hikûmdarên Artûqiyan da alimên mezin ên Îslamê di bin sîwana qesrê da xebatên xwe meşandin û wiha got, "Alimê navdar ê Îslamê El Cizîrî qedera 30 salan li vê qesrê jiya û sêwirînên xwe yên endazyariyê da naskirin. Berhema xwe Kitab-ul Camiî Beyn-el ilmû wel-amel En Nafi-î fî Sineat-il hiyel li vê derê nivîsî."

Koç diyar kir ku El Ciziriyê ku xebatên destpêkê yên pergalên otomasyonê, sîbernetîk û zanistan robotan kirine, 30 salan fealiyetên xwe yên zanistî li Qesra Artûqiyan meşandin û wiha dewam kir:

"Kolandinên ku dê li girê ku wekî dilê Diyarbekirê tê hesibandin werin kirin, dibe ku bibe wesile ku dîroka Diyarbekirê cardin were nivîsîn. Bi derxistin Qesra Artûqiyan va dê pêşî li ber naskirina Keleha Hundir jî vebe ku li dinyayê were naskirin û bibe marqeyek. Milkiyeta ciyê ku gir lê ye, di destê şaredariya bajarê mezin da ye. Ji ber ku şaredariya ku lê cîgirşaredar hatiye peywirdarkirin erazî da wezareta me, rê li ber xebatên kolandinê vebû."

Serokê Tîma Kolanê Doç. Dr. Îrfan Yildiz ku di heman demê da Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Dîcleyê ye, diyar kir ku di dîrokê da vî girî navê xwe daye bajêr.

Yildiz bal kişand Keleha Hundir ku gir jî di xwe da dihewîne, li Anadoluyê ew cih e ku Misilmantiyê lê dest pê kiriye û herwiha di fetha bajêr da jî 27 sebahî şehîd ketine û wiha dewam kir:

"Em ê ligel ekîbeke ku ji 22 pisporan pêk tê xebatên xwe yên kolanê bimeşînin. Ji ber ku cih teng e 60 kes jî nikarin tevlî xebatên kolanê bibin. Em ê pêşiyê di Qesra Artûqiyan û pêvekên wê da xebatên xwe bikin û dû ra jî em ê kolanên sondajê bikin. Kolan dê dîroka Diyarbekirê ron bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.