Önder Beyter
24 Mijdar 2016•Rojanekirin: 25 Mijdar 2016
MARDÎN
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê di operasyoneke terorê da 4 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Qiziltepeyê da ekîbên Buroya Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Navçeya Qiziltepeyê avêtin ser avahiya şaredariyê û hin adresan.
Di operasyonê da tevî rêveberan 4 personelê şaredariyê hatin binçavkirin.
Li emniyetê miemeleya berşikan berdewam e.