Elif Orhan
27 Hezîran 2019•Rojanekirin: 30 Hezîran 2019
Li gundê Kaxniliya li ser Taşliçaua navçeya Agiriyê minareya 15 mêtro bilind a ji ber ku bi warêlan hatiye çêkirin wekî "minareya biwarêl" tê zanîn balê dikşîne.
Welatiyên ku li gundê Kaxniliya 25 kîlomêtro ji navçeyê dûr e û lê 16 mal hene dijîn di sala 1995an da ji bo ku ji gundê xwe ra mizgeftê çêkin hatin ba hev.
Welatiyan bi pereyê ku di nav hev da berhev kirin înşeata mizgeftê temam kirin û lê ji ber kêmasiya pereyan nekarîn ku minareyê çêbikin.
Welatiyan li mizgefta bêminare seranserê 8 salan îbadetên xwe kirin û piştî çend salan dîsa gotin ku em ê ji mizgefta xwe ra minareyê çêbikin.
Gundiyan maliyeta çêkirina minareyê hesab kirin û nekarîn pereyê têrê dike peyda bikin û bi pereyekî kêmtir gelek warêlên sac kirîn û dest bi çêkirina minareyê kirin.
Welatiyan warêlên sac bi hesinan xurt kirin û bi hev va jenandin û minareyeke 15 mêtro bilind çêkirin.
- Ziyaretvan li ber minareyê selfîe dikişînin

Dema ku welatiyên li gundên hawirdor gundê Kaxniliyê ziyaret dikin li ber minareya cuda û balkêş selfîeyê dikişînin û gundî bi vê yekê kêfxweş in.
Mixtarê gundê Kaxniliyê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku minareya ku bi warêlên sac çêkirin minareya herî balkêş a navçeyê ye.
Karahan qal kir ku maliyeta minareya ku wekî "minareya warêl" tê zanîn kêm e û kesên dixwazin ku minareyê bibînin tên gund û ev yek wan kêfxweş dike û wiha axivî:
"Ji ber ku li gund jimara xaneyan kêm e û rewşa aboriya welatiyan baş nîne me nekarî ku ji bo çêkirina minareyeke normal pere berhev bikin. Me ji bo ku erzantir be bi warêlan çêkir. Carna dema xerîb tên welatê me li minareyê dinêrin û dikenin. Dibêjine me ku 'ev hat bîra kî, kî got em ji warêlan minareyê çêkin'. Em jî dibêjin ku em fikirîn."

- "Herkes tê û li ba vê minareyê wêne dikşîne"
Musa Batakê ku ji Agiriyê hat gund jî qal kir ku ji bo sersaxiyê hat gund û dema minare dîtin şaş û metel mane, gelekî bala wan kişand.
Batak got "Gundiyan bi warêlan minare çêkirine. Li Agiriyê minareyeke wiha tune, me cara ewil minareyeke wiha dît. Me gelekî eciband."