17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2017
ŞANLIURFA
Mihemed Îzzoyê di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê de ji ber bombeyên balafirên rejimê birîndar bû û ev du sal û nîvek e nexweş e li benda roja tedawîkirinê ye.
Mihemed Îzzo (30) ku sal û nîv berê ji bo tedawî bibe hat Tirkiyeyê tevî Nûr el-Hammûda (22) xanima xwe û du kurên xwe di xaniyê ku ji aliyê Komeleya Gunduzê ve li Taxa Direkliya navçeya Eyubiyeyê hat kirêkirin ve rûdinê.
Îzzoyê ku ji ber şer birîndar bû niha dixwaze tedawî bibe û debara malbata xwe bike.
Îzzo ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku piştî bombardûmanê birîndar bû, ev du sal û nîv e di nav cihan de ye û bi alîkariya xanima xwe jiyanan xwe berdewam dike.
Îzzo got ku wî hêviya xwe ji Xwedê nebiriye û wiha pê da çû:
"Min ajovanî dikir. Her tişt di rêya xwe da bû. Paşê balafir hatin, xaniyê me bordûman kirin, ez jî ketim vî halî. 2,5 sal in bedena min ji nîvî xwarê nagire. Xwesteka min bi tenê ew e ku vegerim halê xwe yê berê û digel zarokên xwe li kolanan bigerim."
- "Ez tirsiyam ku dîn be"
Hammûdê jî destnîşan kir ku 4 sal in ew zewicîne û wiha xeberda, "Kêşeya me tenê ew e ku mêrê min di vî halî da ye. Di serî da gelekî li ber xwe diket, ji ber vê rewşa xwe bû merivekî ketûm. Ez tirsiyam ku dîn bibe. Heya ku ji destê min tê, ez hewl didim ku li wî û zarokên xwe mêze bikim. Xwesteka min tenê ew e ku baş bibe û rabe ser piyan."
Berpirsê Komeleya Gunyuzuyê Îsmaîl Umut jî destnîşan kir ku ew hewl didin xwedî li malbatên sûriyeyî yên li bajêr derkevin û wiha xeberda, "Îzzo bi tedawiyeke li Zanîngeha Akdenîzê va dikare vegere rewşa xwe ya berê û baş bibe."