17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliûrfayê mehên havînê germahî zêde ye û zivistanê jî kêm kêm berf dibara. Welatî li Şanliûrfayê li ser bilindahiya 1919 mêtreyan, di bin tavê de kêfa berfê derdixin.
Li Sîwerega Şanliûrafyê Navenda Xweşemitandinê ya Qerejdaxê ji ber ku li herêmê tenê ye eleqeyeke mezin dibîne. Qerejdaxa ku di nav çiyayan de sipî dike, ji bo Herêma Başûrê Rojhilatê weke Ûlûdaxê ye.
Qerejdax bi dîmenên xwe yên ji erdê û ji hewayê, xweşikahiyeke cuda nîşan dide. Bi taybetî jî dawiya heftê ji bilî Şanliûrfayê, ji Diyarbekir, Mêrdîn, Batman û Adiyemanê û ji navçeyên derdorê gelek kes têne wir.
Qerejdax ji navendên xweşemitandênê cudaye lewra germahî nakeve bin sifirê û welatî di bin tavê de kêfa berfê derdixe.
- "Navend li benda piştgiriyê ye"
Xediyê Navendê Orhan Atîlla ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku navend 20 sal e li herêmê ye.
Atîlla got ku di nav hefteyê de ji sedî zêdetir kes tê ziyareta navendê, lê di dawiya hefteyê de ev hejmar digihêje hezarî.
Atîlla got ku hewcedariya navendê bi piştgiriyê heye û wiha axivî: "Êdî li vir otel û tesîseke xweş divê hebe, lewra têrê nake. Hewcedariya avê jî heye. Berê em di nav hefteyê de nedixebitîn, lê niha ji ber ku her roj 100 an 150 kes tên em dixebitin. Her ku diçe hejmara mirovan zêde dibe, ji ber vê tesîs têrê nake."
Alî Kiliçê ku ji bo xweşiqitandinê hatiye tesîsê jî got ku ev yekem car e ew hatiye û wiha axivî: "Heke hinek li vê derê binihêrin û guh lê bidin, ev der wê li herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo turîzma zivistanê bibe navendeke girîng. Hinek kêmasiyên wê hene, lê wê di nav demê de baş bibe."
Fahriye Cengizê jî got ku ev tesîs ji bo welatiyên herêmê cihekî xweş e.