17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliûrfayê 2 keçikên ku li gund di pola 8emîn da dixwînin, piştî şewata wargeha Edeneyê pê va ji bo ku êdî di şewatan da tiştek bi mirovan neyê, deriyekî otomatîk ku bi derketina agir ra sensora derî dû hîs dike û vedibe, çêkir.
Ayşe Aslan û Sîbel Onal di Dibistana Navîn a Şenocakê da xwendekarê pola 8emîn in. Herdu xwendekar ji bo ku beşdarî 3yemîn Şênahiya Zanist û Çandê ya Cîhana Tirk a Navneteweyî bibin, projeyek amade kir. Herdu xwendekar ji ber ku di tesîra şewata wargeha xwendekaran ya Edeneyê ku tê da 12 kes mirin da man, serê xwe êşandin ku tiştekî bibînin ku di şewatan da tiştek bi kesî neyê.
Aslan û Onalê car caran ji mamoste û xwendekarên hevalên xwe jî alîkarî xwest û li ser marangoz maketa avahiyeke darîn dan çêkirin. Di maketê da di her qata avahiyê da deriyê derketina acîl heye.
Xwendekaran pêlekana ku ji têla vegirtî pêk tê, sensora ku dû hîs dike, sîren, ronahî, deriyê derketina acîl û mekanîzmaya ku ji bataryayê pêk tê di nav maketê da bi cih kirin. Xwendekaran navê projeyê danîn "Deriyê Derketina Acîl yê ku Bi Agir Dihese" û mebesta wan bi vê projeyê ew e ku di şewatan da mirov nemirin.
Li gor projeyê dema ku agir bi avahiyê dikeve, sîren lê dixe û kesên ku di avahiyê da ne hişyar dike û di heman demê da deriyên derketina acîl vedibin û kesên di hundir da bi rehetî ji avahiyê tehliye bibin. Keçikên xwendekar bi vê projeyê va di 3yemîn Şênahiya Zanist û Çandê ya Cîhana Tirk a Navneteweyî şaxa "îcad"ê da bûn 2yemîn.