Hakan Can Şahin
01 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2024
Li Încesuya navçeya Kayseriyê piştî miştaxeyê, jinan dest bi esirandina tirî û çêkirina dims û doşavê kir.
Li navçeyê tiriyê "parmak"ê ku sala 2016an ji aliyê Saziya Marka û Patentê ya Tirkî va hatiye tescîlkirin, bi rengê xwe yê "karaevrek" û arome û tama xwe ya taybet yek ji giringtirîn çavkaniya debarê ya navçeyê ye.
Tiriyê ku serê şeveqê ji aliyê jinan va hat komkirin bi traktoran tînin malê. Tirî piştî ku ji aliyê jinan va rêbaza kevneşopî di nava kîsan da tê esirandin, doşav tê derxistin.
Piştra nikarê tevlî doşavê dikin û di sîtilan da li ser agirê êzingan dikelînin.
Piştî kelandinê doşava ku tê parzinkirin, piştî sarbûnê dubare tê kelandin û piştî heftiyekê dims amade dibe.