Nevzat Umut Uzel,Nazlı Timur,Necmettin Karaca
16 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2024
Li Wanê piştî ku qedexeya nêçîrê ya masiyên încî kefalê bi dawî bû, masîgiran got "Bismillah" û bi keştiyên xwe derketin Gola Wanê.
Masiyên încî kefalê yên li Gola Wanê cureyekî endemîk in û di navbera 15ê Nîsanê û 15ê Tîrmehê da koçî avên şirîn dikin.
Ji bo ku masî bên parastin di navbera van mehan da girtina wan qedexe ye.
Qedexeya girtinê çawa ku bi dawî bû masîgirên li navçeyên Îpekyolu, Edremît, Tuşba, Gevaş, Muradiye û Erdîşê û yên li Xelat, Adilcewaz û Tetwana navçeyên Bidlîsê serê sibê torên xwe avêtin Gola Wanê.
Masîgir wê heta 15ê Nîsanê bikaribin masiyan bigirin.
Midûrê Şaxa Masîvanî û Berên Avê ya Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Bajêr Muhammet Demir ji nûçegihanê AAyê ra wiha daxuyand: "15 hezar kes debara xwe ji încî kefalan dikin. 15 milyon dolar alîkariya wê digihêje bajarê me. Di vê demsalê da 79 keştî ji bo ku torên xwe bavêjin wê derkevin golê."
Masîgir Atîlla Dagdelen jî got ji ber ku heyama masîgiriyê dest pê kiriye ew derketine masiyan û li bendê ne ku îsal bi bereket be.
Mehmet Şeydayê 15 sal e masîgiriyê dike jî anî ziman ku ew kêfxweş in ku diçin girtina masiyan û ev heyam li ser xêrê be.