Yılmaz Kazandıoğlu
15 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2024
Li Tûşbaya navçeya Wanê ji 3 kesên ku ketin Gola Wanê û tê da winda bûn, kesek hat xelaskirin, 2 kes xeniqîn.
Li ser êxbara ku li nêzî Girava Çarpanakê 2 kes winda bûne, ekîbên Amirtiya Koma Xozneber a Midûriya Şaxa Lîmana Behrê ya Edremîtê, Ewlehiya Qeraxan, cendirme, AFAD, UMKE, îtfaiye û ambulans sewqî herêmê kirin.
Ekîba cendirme gihîşt herêmê û di wesayîtekê da nasnameya 3 kesan tesbît kirin. Li ser vê tesbîtê di golê da xebatên lêgerîn û xelaskirinê dan destpêkirin.
Ekîban di golê da cinazeyê 2 kesan dîtin.
Kesê din ê ku pêlan biribû jî piştî xebata 4 saetan 2 kîlomêtre dûrî qeraxê hat dîtin û xelaskirin.
- Li Wanê zarokekî 15 salî ket goleke piçûk û tê da xeniqî
Ji aliyekî din, li Tûşbaya navçeya Wanê zarokek ji bo ku hênik bibe, ket goleke û piçûk û tê da xeniqî.
Li Taxa Seyrantepeyê zarokekî 15 salî ji bo ku hênik bibe ket goleke piçûk û di golê da winda bû.
Kesên derdorê cab dan û polês, AFAD, UMKE û xozneberên îtfaiyeyê û ambulans sewqî herêmê kirin.
Ekîban cesedê zarok ji avê derxist.