Jiyan

Zarokên ku di Gola Wanê da dikevin avê bi bandora ava bi mîneral û tavê porê wan zer dibe

Bahar Tanrıtanır  | 06.08.2025 - Rojanekırın : 07.08.2025
Zarokên ku di Gola Wanê da dikevin avê bi bandora ava bi mîneral û tavê porê wan zer dibe

Van

 Zarokên ku havînana maweyeke dirêj di Gola Wanê da dikevin avê bi bandora ava bi mîneral û rojê porê wan zer dibe.

Endamê Hîndekariyê yê Beşa Kîmyayê ya Fakulteya Zanistê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yil Wanê, Prof. Dr. Halit Demir di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku mînerala ast bilind a di nava ava Gola Wanê da li ser pêkhateya por bi bandor e.

Demir tekezî kir ku ava golê mîneralên wekî soda, kalsiyûm, magnezyûm û potasyûmê di xwe da dihewîne û got, "Ev mîneral ji bo laş pir giring in û dikarin bandorê li por û çerm jî bikin. Guhertinên demkî yên rengê porê çêdibe, weke mînak zerbûna porê tarî, bi taybet piştî avjeniya dirêj di golê de. Ev ne mayînde ye; rengê porê di mehên zivistanê de vedigere rengê xwe yê berê."

Demir diyar kir ku mîneral bi rakirina şaneyên mirî ji porê fêdeyê li tenduristiya porê dikin û anî ziman kur Gola Wanê xwedî taybetmendiyên antîbakteriyal û antifungal e, ji ber vê yekê ew ji bo hin nexweşiyên çerm, çavkaniyeke siruştî ya sûdmend e.

- "Dema dibistan dest pê dike, hevalên me, me nas nakin"

Cihat Çiklayê 11 salî diyar kir ku di betlaneya xwe ya havînê da her roj di golê de avjenî kiriye û got, "Dema em ji avê derdikevin, roj li porê me vedide, ji ber vê yekê zer dibe. Dema dibistan dest pê dike, hevalên me, me nas nakin. Porê min di zivistanê da reş û di havînê da zer e. Ez di zivistanê da dişibim Ronaldo û di havînê da jî dişibim Osimhen."

Tarik Ensar Ayseli jî diyar kir ku ew her sal heman rewşê dijîn û got, "Porê min zivistanê reş bû, niha zer bûye. Hevalên min difikirin ku ez porê xwe boyax dikim, lê ez nakim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın