Abdullah Tel
13 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2019
Li Batmanê di çarçoveya projeya "Serkeftin Bêpar Namîne (Tê Xelatkirin)" da li 300 xwendekarên êtîm û sêwî bisiqlêt hat belavkirin.
Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya xwediyê projeyê li Baxçeyê Navenda Piştevaniya Malbatê ya Guneykentê merasim organîze kir û 300 heb bisiqlêt li xwendekarên sêwî û êtîm ên ku belgenameya teqdîr û teşekurê hildane, belav kir.

Waliyê Batmanê Hulusî Şahîn di merasimê da got ku Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî li Batmanê kar û barên gelek xweş birin serî û wiha pê da çû: "Xebatkarên weqfê jî ji bo kar û barên xwe bi cih bînin hewl didin. Zarokên me belgenameyên teqdîr û teşekurê hildan û ew him di çavê malbatê xwe da şirîn in û him ji li dibistan û polên xwe serkeftî ne. Ji ber vê tevgera wan a mînak jî wek xelat em ê bisiqlêtê bidin wan.
Ji xwendekaran Asiye Erînê ragihand ku heta niha bisiqlêteka wê tunebû lê ji niha bi şûn va ew jî êdî xwedî bisiqlêt e û ji ber xelata hilda jî gelekî kêfxweş e.
Berrîn Solmazê jî got ku wextê dibistanê ew gelek xebitî û teqdîr hilda û ji rayedarên bisiqlêt diyarî wê kirin ra jî spas kir.