Fatih Gazioğlu
13 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2019
Li Ovacika navçeya Tunceliyê welatiyên ku ji ber germahiyê aciz dibin xwe diavêjin Çemê Munzurê.
Çavkaniyên Munzurê li gundê Ziyaretê ya 80 kîlomêtre li dûrî Tunceliyê, 17 kîlomêtre dûrî Ovacikê ne. Çemê Munzurê ji vê çavkaniyê pêk tê û ji welatiyan ji ber paqijiya ava wê eleqeyeke mezin dibîne.

Li bajêr û navçeyên derûdor gelek turîst ji bo Çemê Munzurê tên navçeya Ovacikê. Hin welatî xwe diavêjin çem û hin welatî jî li qeraxê avê ji xwe ra masiyan digirin.
Ji welatiyan Cîran Akgul daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji bo Çemê Munzurê ji Îzmirê hatiye û wiha axivî: "Ez ji bo melevaniyê ji Îzmirê hatim vê derê. Ava Çemê Munzurê li gorî Behra Egeyê hem paqij e û hem jî şirîn e. Dema ez xwe diavêjim çem çavên min qet nasojin. Ava wê sar e û ev jî ji bo siheta meriv gelekî baş e."