Sidar Can Eren
25 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2022
Koçerên li zozanên bilind ên Ovacik û Pulumura navçeyên Tunceliyê heywandariyê dikin, ji bo ku pezên wan xurt bibin û zêde şîr bidin hewleke mezin didin.
Navçeyên Ovacik û Pulumurê bi hewaya xwe ya hênik, ava xwe ya sar, mêrgên xwe yên hêşîn her sal mazûvaniya gelek koçeran dikin.

Koçerên ji navçe û bajarên derûdorê tên zozanan 4 mehan li wir derbas dikin, heywanên xwe li vê siruşta dewlemend diçêrînin û rojê du caran jî şîrên wan didoşin.
- Bi firotina şîr, penêr û rûn debara xwe dikin
Koçer bi firotina şîr, penêr û rûn debara mala xwe dikin û di meha îlonê da jî hêdî hêdî vedigerin malên xwe.

Ji bo hirç û gur êrîşî heywanên wan nekin koçer şev bi kûçikên xwe va nobetê digirin.
- "Koçerî jiyaneke bizehmet e"
Koçer Havva Ozdemirê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew her sal ji Pulumurê tên zozanan.
Ozdemirê got ew serê sibê zû radibe penêrê ku duh çêkiriye difroşe û paşê jî bi zarokên xwe ra taştê dixwe.

Ozdemirê wiha behsa kar û barên xwe yên li zozanê kir: "Danê nîvro pezên me tên. Em heywanên xwe didoşin, paşê çend saetan em bêhna xwe didin. Koçerî jiyaneke bizehmet e. Hirç her tim tên zozanan, ji ber vê zarokên min êvarê nobetê digirin."

- "Em rojê du caran pezên xwe didoşin û ji şîrên wan penêr çêdikin"
Koçer Yusuf Yeşîl jî got ew 20 sal e pez xwedî dike, havînên xwe li Çiyayên Munzurê yên li Ovacikê derbas dike.

Yeşîl got jiyana li zozanê gelekî zehmet e, hin caran berf dibare û wiha axivî: "Şev hewa pir sar dibe. Em heywanên xwe şev diçêrînin, ji ber vê em li hemberî gur û hirçan jî li ber xwe didin. Em rojê du caran pezên xwe didoşin û ji şîrên wan penêr çêdikin. Penêrê me li Tirkiyeyê di nav wan berên herî biqalîte da cih digire. Em difroşin û pê debara xwe dikin."