TUNCELİ
Li navçeya Ovacika Tûnceliyê Eylul Yetîma 13 salî, di qulûbekê de qeleparêziyê dike û bi 33 zarokên kurik re derdikeve antremanan. Eylul bi hezkirina xwe ya li ser fitbolê balê dikşîne.
Eylul Yetîm di dibistana navîn de, di pola 7an de dixwîne û di Qulûba Ûlaş Sporê ya Şaredariya Ovacikê de, di tîma binesaziyê de dilîze û bi 33 zarokên 8 û 15 salî yên kurik re derdikeve antremanan.
"Em dixwazin tîma keçan jî ava bikin."
Serokê Qulûbê Vedat Kekomehmetogûllari daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku giringiyê didin tîma binesaziyê û wiha axivî: "Îsal me bi lîsansê dest bi xebatên tîma binesaziyê kir. 34 zarokên ku ji 15 salî biçûktir di bin çavdêriya antrenorên me de xebatên xwe didomînin. Îsal Eylul Yetîm jî tevlî kadroya me bû. Bi me re dixebite û eleqeya wê li ser qeleparêziyê ye. Em jî ji bo ku Eylul serkeftî bibe, çi ji destê me bê dikin."
Kekomehmetogûllari destnîşan kir ku li navçeyê xebatên fitbolê yên binesaziyê didomin û ev xebat bala keçikan dikşîne û wiha got: "Ji ber ku bala keçan jî dikşîne, em dixwazin tîma keçan jî ava bikin."