DIYARBAKIR
Şaxa Komeleya Piştevaniya Mezlûman û Mafên Mirovan (Mazlûm-Der) a Diyarbekirê dest bi kampanyaya "Bila Gundparêzî Rabe" kir.
Alîkarê Serokê Mazlûm-Derê yê Şaxa Diyarbekirê Cîhan Ulsen li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku di heyameke ku qala bêçekkirinê tê kirin de hêj jî sivîl di bin navê parêzvaniya gundan a berwext de tên biçekkirin û bi vî awayî pergal hêj jî sûc û sucdaran diafirîne. Bêdengiya ji bo vê jî li dijî aştiyê ye.
Ulsen destnîşan kir ku di çarçoveya vê kampanyayê de dê çalakiyan li dar bixin û heta ku pergala gundparêziyê rabe dê tekoşînê bidin û wiha axivî: "Em di wê baweriyê de ne ku di vê pêvajoya aştiyê de divê gundparêzî ji holê rabe. Di vê kampanyayê de armanca me ya sereke ew e ku em gundparêzên ku tevlî sûcan bûne tespît bikin û hewl bidin ku bên darizandin. Wekî din heta niha kesên ku bûne gundparêz ji bo teqawitbûn û îstihdama wan bixebitin û pêşî li ber girtina vê pergalê û dawiyê jî ji holêrakirina gundparêziyê ye."