20 Tebax 2016•Rojanekirin: 23 Tebax 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ya ku qedexeya derketina derva qismî hat rakirin gel bi kilam, sitran û şahiyê va dest bi pezbirê kir.
Li Yuksekovaya ku ji bo heywandariya herêmê girîng e ü ji bo hênikbûn û paqijkirina pêz û zêdekirina dahatê gel bi şahiyê dest bi pezbirê kir û dîmenên xweşik derketin holê.
Hiriya pêz di çêkirina orxan û cihêzên qîzan da tê bikaranîn.
Li Qeredaxa gundê Yuksekovayê xwediyê heywanan ji bo pezbirê konên xwe li nêzîkî avê wergirtin.
Bi sedan pezê 40 malbatî di rewşeke şahiyê da hatin şûştin û paşê hatin birîn. Bi hiriya ku ji pêz pirîn va orxanan çêdikin û pê cihêzê qîzên berzewac tê çêkirin.
Li Herêmê ji birîna pêz ra dibêjin pezbir, ji birîna berxan ra jî dibêjin berxbir. Pezbir û berxbir destê sibê dest pê dike û hetanî berêvarê bi kilaman dewam dike.
- "Mangalê vêdixin û govendê digrin"
Behçet Duzenê besûvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku vê şahiyê herî kêm di salê da carekê li dar dixin.
Duzen destnîşan kir ku li gundê wan 40 xane hene û wiha axivî: "Gundiyên me dema pezbirê konên xwe li der û dorê avê werdigrin. Hin malbat 10 miyî, hin malbat 40-50 miyî dibirin. Hin kes hiriya pêz difroşin hin malbat jî pê hewcedariyên xwe dibînin. Şahiya me bi kêfxweşiyê derbas dibe. Mangalê vêdixin û govendê digrin. Em her sal vê şahiyê li dar dixin."