Ali Çelik,Sayim Harmancı
19 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2024
Li Gurpinara navçeya Wanê, ekîbên şaredariyê li cihên bilind xebata xwe ya paqijkirina berfê didomînin.
Li bajêr piştî barîna berfê ya hefteya çûyî tesîra xwe nîşan da, xebatên vekirin û firekirina rêyên taxên çiyayî berdewam in.
Ekîbên şaredariyê ji bo ku welatî di warê veguhestinê da tengasiyan nekişînin, bênavber dixebitin.
Şaredarê Gurpinarê Hayrullah Taniş destnîşan kir, ew timî li qadê ne da ku rewşên neyînî dernekevin pêşiya ajokaran û jiyana rojane raneweste.
- Hekarî
Li Yuksekovayê mij û sermayê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li navçeya ku mesafeya dîtinê daket heya 10 metreyan, ajokaran li ser rêyan zehmetî kişand û her wisa qiraviyê avêt ser nebatan.
Ji aliyê din va digel mij û her wiha sir û seqemê xwendekaran berê xwe da dibistanan da ku karnameyên xwe bistînin.