Günay Nuh,Şenol Bozkurt,Talha Koca,Cüneyt Çelik,Özgen Beşli
20 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2024
Li Erzirom, Erdexan û Qersê ji ber sir û seqemê cemed û qiravî çêbû.
Li Erziroma ku germahî bi şev di bin sifirê da daket 2 pileyan, nîvê şevê berf barî û rûyê erdê nixumand.
Bi tesîra hişkiyê her wisa li ser peyarê û rêyan cemed çêbû.
- Erdexan
Li Erdexanê jî serma tesîreke neyînî li jiyanê dike.
Li bajarê ku germahî bi şev di bin sifirê da daket 9 pileyan, bi tesîra sermayê qiravê avêt daran û her wiha li ser rê û peyarêyan cemed çêbû.
Gola Çildirê û Çemê Kûrayê di serî da di gol û çeman da tebeqeya cemedê çêbû. Darên li qeraxê Çemê Kûrayê û Daristana Çamliçatakê bi qiraviyê spîçîl bûn.
- Qers
Li Qersê jî sir û seqemê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Piştî barîna berfê mij ket û mesafeya dîtinê daket. Hin welatiyan jî berfa li pêşiya mal û kargehên xwe avêt.
Bi barîna berê ra gundên li ser rêbejaya Qers-Goleyê ketin bin xêliya zivistanê.
Gundê Taşlicayê yê navçeya Susuzê yê di bin berfê da bi dronê hat kişandin.