Jiyan

Li Wanê karê heywandaran di berf û sermayê da bi zehmetî dewam dike

Bahar Tanrıtanır  | 03.02.2026 - Rojanekırın : 06.02.2026
Li Wanê karê heywandaran di berf û sermayê da bi zehmetî dewam dike

Van

Li Gurpinara navçeya Wanê ku zivistan lê zehmet derbas dibe, karê heywandaran di berf û sermayê da bi zehmetî dewam dike.

Welatiyên ku li Taxa Kuşdagiyê ya 10 kîlomêtro nêzîkî navçeyê ye dijîn, serê sibê zû radibin û gîha, ka û êmê heywanên xwe bi xizangan dibin û wan têr dikin.

Li Taxa ku zivistan lê dijwar derbas dibe jin karê malê dikin, nan dipêjin û xwarinê çêdikin.

Ji şêniyên taxê Eşref Keskîner ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku xwedîkirina heywanan zivistanê zehmettir e, lê ew dîsa jî karê xwe dikin û wiha axivî: "Em serê sibê zû radibin û heywanan dinihêrin. Em gîha, ka û êm didin wan. Dema hewa sar be em wan di tewleyê da têr dikin. Heywandarî karekî bi zehmet û bi mesref e. Ev karê me ye, karekî din a ku em bikin tune."

Abdullah Keskîner jî daxuyand ku ew sibê zû dest bi kar dikin û pezên xwe bi gîha, ka û ceh va têr dikin û wan av didin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın