Jiyan

Li Wanê wesayîta verotina berfê welgeriya û 2 kes tê da mirin

Sadrettin Kaya  | 03.02.2026 - Rojanekırın : 04.02.2026
Li Wanê wesayîta verotina berfê welgeriya û 2 kes tê da mirin Sadrettin Kaya

Van

Li Çaldêrana navçeya Wanê wesayîta verotina berfê û reşandina xoyê welgeriya û 2 kes tê da mirin.

Makîneya kar a Midûriya Herêma 11emîn a Rêbejan ku plaqeya wê 65 ACY 748 e, li ser rêya Wan-Agiriyê, nêzî Taxa Demircikê ji ber mija zêde û berfê li refujê ket û welgeriya.

Li ser êxbarê ekîbên tenduristî, cendirme, îtfaiye û AFADê sewqî herêmê kirin.

Di qezayê da 2 kesên ku di wesayîtê da bûn, mirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.