Jiyan

Li Wanê di êrîşa çekdarî da bav hat kuştin, 3 zarokên wî birîndar bûn

Nevzat Umut Uzel  | 15.07.2025 - Rojanekırın : 15.07.2025
Li Wanê di êrîşa çekdarî da bav hat kuştin, 3 zarokên wî birîndar bûn

Van

 Li Îpekyoluya navçeya Wanê di êrîşa çekdarî da bav hat kuştin, 3 zarokên wî birîndar bûn.

Li gor agahiya ku hat hildan, O.Kyê ku li taxa Salîmbeyê dijî, dora di saet 22.00î da bi zarokên xwe ra diçû mala xwe, lê di otoparka sîteyê da rastî êrîşa çekdarî hat.

Di êrîşê da O.Kyê bavê zarokan li cihê bûyerê hat kuştin, 3 zarokên wî jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê ambulans û polês sewqî herêmê kirin.

Zarokên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Ekîbên Midûriya Ewlehiyê ya Wanê jî li taxa ku êrîş lê hat kirin û li derdora nexweşxaneyê tevdîrên ewlehiyê hildan.

Ji bo girtina êrîşkaran xebat dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.