Meteorolojiyê ji bo Diyarbekir, Şanliurfa, Batman û Sêrtê hişyariya bager û baranê da

Diyarbakir
Midûriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê ji bo Diyarbekir, Şanliurfa, Batman û Sêrtê hişyariya bager û baranê da.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Texmîn û Hişyariyê ya Herêma Diyarbekirê ya Midûriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, ji danê nîvro pê va heta êvarê saet 20.00î li bajarên navborî car caran bagera gur û bahoz tê payîn.
Her wiha digel Diyarbekir, Şanliurfa, Batman û Sêrtê, li Beytuşebab û Uludereya navçeyên Şirnexê jî barana gur, tavî û teyrok tê texmînkirin.
Ji bo çûyîn û hatin, firîna baniyan, ketina dar û dîregan, rabûna lehiyê û avêtina birûskê welatî hatin hişyarkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.