Necmettin Karaca
06 Îlon 2025•Rojanekirin: 09 Îlon 2025
Li Ercîşa navçeya Wanê di êrîşa çekdarî da 2 bira hatin kuştin.
Li Kolana Rêya Wanê Musa û Mehmet Demîrê ku kafeyekî dişixulînin dema di nav wesayîta bazirganiyê ya sivik a li ber kargeha wan parkkirî bûn rastî êrîşa çekdarî bûn.
Li ser îxbara kesên hawirdor ekîbên tenduristî û polêsan sewqî herêmê kirin.
2 birayên ku di êrîşê da xedar birîndar bûn piştî midaxeleya ekîban bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîd Ridvan Çelîk a Ercîşê.
Herdu bira digel midaxeleya hat kirin mirin.
Ekîbên polêsan li cihê bûyerê û dora nexweşxaneyê tevdîrên ewlehiyê hildan û ji bo girtina êrîşkaran xebat dan destpêkirin.