Li Wanê 334 pezên ku ji zinarê wer bûn telef bûn

Van
Li ÇAtaxa navçeya Wanê 334 pezên ku ji zinarê wer bûn telef bûn.
Li navçeyê 1500 pezên ku ji taxa Narlicayê dibirin taxa Çilgayê yên ser bi navçeyê, kerî dema ji qada kaş derbas dibû, ji nêşkê va berê xwe da çem.
Di wê demê da 334 pezên ku xwe ji zinarê evêtin, telef bûn û beşeke mezin jî wenda bûn.
Li ser îxbarê heywandar hatin cihê bûyerê dîtin ku pezên wan telef bûne.
Welatî û xwediyên pez ji bo dîtina heywanên xwe dest b xebatê kirin.
Ekîbên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Navçeyê çûn herêmê û heywanên ku telef bûne kontrol kirin û hejmara wan tomar kirin.
Şahin Kaplanê yek ji heywandaran, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ji 200 heywanên di keriyê wî da 180 heywan telef bûne.
Kaplan bi xemgînî anî ziman ku beriya nuha bi 2 rojan ew çêre kirê kirine û got, "Dema şivan pez dibe ser avê ev bûyer çêbû, beşeke mezin a pez ên min bûn. Înşelleh ewê dewleta me piştevaniya me bike."