İbrahim Atmaca
22 Nîsan 2018•Rojanekirin: 23 Nîsan 2018
VAN
Li Wanê berf û mijê jiyan kire tengasiyê.
Li ser rêya Wan û Hekariyê li Dirba Kurubaşa ku raqima wê 2 hezar û 225 e, şofêran ji ber berf û mijê ketin tengasiyê û hêdî ajotin.
Berfa ku bi şev barî jî navçeyên Miks, Çatak û Başkaleyê qerqaş kir.
Qalindahiya berfê heta 20 santêmî derket û ekîbên şaredarî û rêbejan amade bûn.
Şofêr Kamuram Songelen diyar kir ku li bajarên rojavayê meriv dikevin behrê, ev berf di dewreke wiha da bû surprîz û wiha dewam kir: "Em hê li Başkaleyê komirê dişewitinîn. Ereba min ji ber sermayê naxebite. Zivistana îsal dirêj bû."