Emre Ilıkan,Berfin Sidar Aşit,Sayim Harmancı,İbrahim Yaldız
09 Adar 2026•Rojanekirin: 16 Adar 2026
VAN (AA) - Li Wan, Bidlîs û Mûşê ji ber berf û bagerê rêya 187 cî û waran hat girtin.
Şaredariya Bajarê Mêzin a Wanê ragihand ku li bajêr rêya 28 tax û 31 mezreyan hat girtin, ekîb ji bo vekirina 59 rêyên girtî dixebitin.
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê yê Îdareya Taybet a Bajarê Bidlîsê Umît Kurtkan diyar kir, berfa ku du roj berê ket tengasiyê dide kişandin, rêya 82 gundan girt û ekîb ji bo vekirina rêyan li qadê dixebitin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yentur jî diyar kir ku berfê rêya 46 gundan girt, ji bo ku welatî mexdûr nebin ekîb xebatên vekirina rêyan didomînin.
Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajarê Hekariyê hat hildan jî, 97 rêyên ku duh berfê girtibûn, bi xebata ekîban hatin vekirin.