Li Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê rêya 758 cih û waran girtî ye
Van
Li Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 758 cih û waran girtî ye.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber berf û bagerê li bajêr rêya 88 tax û 128 mezreyan hat girtin.
Ekîbên berfê xebatên xwe yên vekirina 216 rêyên girtî didomînin.
Ekîbên berfê her wiha li navenda bajêr jî yê ku bi navber berf lê dibare, berfa li ser rê û peyarêyan paqij dikin.
- Mûş
Li Mûşê bi tesîra berf û bagerê di veguhestinê da tengasî çêbûn.
Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur diyar kir ku li bajêr ji ber berf û bagerê rêya 145 gundan hat girtin.
Yentur bal kişand ku xebatên wan ên dijî berfê berdewam in û wiha dewam kir, "Li parêzgeha me rêya 145 gundan hat girtin. Ekîbên me ji bo vekirina rêyan hewleke mezin nîşan didin. Her wiha ji bo ku welatî mexdûr nebin, ekîb xebatên xwe yên li qadê bênavber didomînin. Li cihên bilind ên bager bi tesîr e jî xebatên me bi awayekî bi kontrol berdewam in."
Li bajarê ku bi berfê venixumî, ekîbên şaredariyê berfa li ser rê û peyarêyan paqij dikin.
- Bidlîs
Li Bidlîsê bi barîna berfê ra rêya 300 gundî hat girtin.
Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Umît Kurtkan diyar kir ku li bajêr berfê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Kurtkan destnîşan kir ku ekîbên berfê li qadê xebatên vekirina rêyan didomînin û her wiha ji bo rewşên bilez jî ekîbên amade hene.
Li navenda bajêr ekîbên Rêbeja û Şaredariyê di rêyên sereke û kuçeyan da berf paqij kirin û rê xwê kirin.
- Hekarî
Li Hekariyê jî ji ber berfê li tevahiya bajêr rêya 97 cih û waran hat girtin.
Li gorî agahiya ji Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat wergirtin, ekîbên berfê xebatên xwe didomînin ku rêyên girtî vekin.
Ekîbên Şaredariyê jî li sûka bajêr û di rêyên taxan da xebata paqijkirina berfê kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
