Emre Ilıkan
21 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2024
Li Edremîta navçeya Wanê berf barî.
Li navçeyê şev baraneke gur barî, germahiya hewayê kêm bû û paşê jî berfê dest pê kir.
Qalindahiya berfê 4 santêman derbas kir.
Banê xaniyan, wesayît, dar û ber bi berfê nixûmîn.
- Li Erdexanê jî berf ket
Li Erdexanê jî berfê bajêr spî kir.
Li bajêr baran barî û ber bi destê sibehê hewa sar bû û berf ket.
Berfê ser wesayîtan û dar û ber spî kirin û dîmenên xweş derketin holê.
Li navçeya Posofê jî berf ket.
Li Taşliçaya navçeya Agiriyê jî li ser çiyayên Eledaxê berf ket.